Tirkiyê û komên çekdarên dûvelankên wê 11 gund radestî Rûsîyê kirin

Li Eyîn Îsa Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên ser bi wê ve, 11 gund radestî polîsên serbazîyên Rûsîyê kirin.

K24- Hewlêr

Li Eyîn Îsa Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên ser bi wê ve, 11 gund radestî polîsên serbazîyên Rûsîyê kirin.

Mêdîya Rûsiyê belav kirîye, li ser daxwaza Tirkiyê komên çekdarên ser bi wê ve, 11 gundên ser bi Eyîn Îsa vekişîyan û ew gund radestî polîsên serbazîyên Rusyayê kirine.

Li gor ku hatîye belavkirin, ew gund dikevin ser rêya navdewletîya M4 û niha di destên polîsa Rûsîyê de ne.

Mêdya Rûsiyê ew yek jî belav kirîye  ku Artêşa Trikiyê bi çekdarên dijberîyê re gotîye, ew gund ne di rêkkevtina devera aram de ne ku di navbera Potin û Erdogan de hatibû wajûkirin, lew pêwîste radestê Rûsiyê bihên kirin.