HDP: AKPartî hikûmeta Tirkiyayê dê ji dest bide

Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî dibêje AKPartî hikûmeta Tirkiyeyê dê ji dest bide.

K24- Hewlêr

Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî dibêje AKPartî hikûmeta Tirkiyeyê dê ji dest bide.  

Temellî bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ko Hikûmeta Tirkiyayê li derveya sînorên xwe siyastek şerxwaz bi rê ve dibe, di nav sînorên xwe de jî givaş û zordestiyê roj bi roj dijwartir dike. Civaka Tirkiyayê bûye dijî hev û aboriya Tirkiyayê jî di nava krîzê de ye.

Herweha got: AKPartî bi vê siyaseta xwe, nikare Tirkiyayê bi rê ve bibe û dê hikûmetê ji dest bide.

Li gor Sezaî Temellî dengên AKPartiyê daketîne bin 35% û di nava AKPartiyê de jî, nerazîbûnek ciddî heye. Parlementer û berpirsên AKPartiyê berê jî bi berdewamî û di dema dahatî de jî dest ji partiya xwe dê berdin.