Hulusî Akar: Di her çirkeyekê de haydarî tiştên nû bin

Wezîrê Beravniya Tirkiyeyê radigihîne: Di derbarê operasyona dijî rojhilatê Firatî de tiştek dawî nehatiye ji nişkave her tişt dikare rû bide.

K24- Hewlêr

Wezîrê Beravniya Tirkiyeyê radigihîne: Di derbarê operasyona dijî rojhilatê Firatî de tiştek dawî nehatiye ji nişkave her tişt dikare rû bide.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar û Fermandarên Giştî yên Tirkiyeyê serdana bajarê Rihayê ser sînorê Suriyeyê kirin. Akar bi riya bitêlê ferman da leşkerên Tirkiyeyê yên li Girê Spî û ragihand ko: Tiştek dawî nehatiye û ji nişkave her tişt dikare rû bide. Divê hemû leşker di amadebaşiyê de bin.