Tirkiye zêdetir hêz dişîne Girêspî û Serêkaniyê

Tirkiye zêdetir hêz û alavên leşkerî dişîne Girêspî û Serêkanîyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye zêdetir hêz û alavên leşkerî dişîne Girêspî û Serêkanîyê.

Her çiqas, Tirkiye bi Amerîka û Rûsyayê re, rêkeftinên agirbestê îmze kiribin jî, liv û tevgera hêzên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li Girêspî u Serêkaniyê berdewam dike.

Gelek hêz û alavên leşkerî, ku hatibûn şandin, derbasî Rojavayê Kurdistanê devera Girêspî û Serêkaniyê bûn.

Di qada navneteweyî de, nerazîbûnên beramberî êrîşa Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê rastî rexneyên tund hatiye, lê Tirkiye bi berdewamî hêz a xwe ligel milişyatên bi ser ve li deverê zêdetir dike.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment