Xwenişander bendera Ûmqesir navekin
Xwenîşandan li Bexda û çand bajarên din yên Îraqê berdewame û bendera Ûmqesir jî hêj daxistîye.
K24- Hewlêr
Xwenîşandan li Bexda û çand bajarên din yên Îraqê berdewame û bendera Ûmqesir jî hêj daxistîye.
Hevdem li gel berdewambûna xwenîşandanên Bexdayê û çend bajarên başûr û naverast ên Îraqê berengarbûn di navebera xelkê nerzaî û hêzên ewlekarîyê rûda û bi sedma wê yekê jî bi dehan kes birîndar bûn.
Li bendera Ûmqesir jî, ku Îraqê tenê ew derazînka avê heye û dikeve başûra Besrayê, xwnîşanderan derîyê benderê daxistine û amade nîne wê vekin.
Duhî jî, komisyona mafên mirovan li Îraqê ragehand, 120 kes ji xwenîşanderên bendera Ûmqesir birîndar bûne.