Adil Ebdulmehdî tekez dike li ser paraztina canê xwenîşanderan

Di civînekê de li gel hêzên ewlekarîyê, serok wezîrên Îraqê tekez li ser paraztina canê xwenîşanderan dike.

K24- Hewlêr

Di civînekê de li gel hêzên ewlekarîyê, serok wezîrên Îraqê tekez li ser paraztina canê xwenîşanderan dike.

Nivîsîngeha serok wezîrên Îraqê belav kirîye, ku di civînekê de li gek hêzên ewlekarîyê , Adil Ebdulemehdî, serok wezîrên Îraqê, tekez li ser paraztina canê xwenîşanderan û mulk û malên giştî kirîye.

Serok wezîrên Îraqê dûpat kirîye, pêwîste hêzên ewlekarîyê erkên xwe bo paraztina aramî û akincîyê bi temamî cîbicî bikin.

Derbarê gaza hêsirrêj jî, nivîsîngeha wî amaje bi wê yekê kirîye, ku ew gaz e ewa di welatan dihêt bikarhînan û li Îraqê tenê ew cor heye.

Berê jî Komisyona Mafên Mirov li Îraqê amaje kiribû, ku ew gulle û bombeyên hêsirijên li dijî xwenîşanderên Îraqê dihên bikarhînan 10 caran ji standarda cîhanî mezintire.