Bo cara dûyem Sedir seredan Îranê dike

Xwenîşandan li Bexda û bajarên din yên Îraqê berdewame û rêberê Rewta Sedir jî di dema heftîyekê de seredana Îranê dike.

K24- Hewlêr

Xwenîşandan li Bexda û bajarên din yên Îraqê berdewame û rêberê Rewta Sedir jî di dema heftîyekê de seredana Îranê dike.

Li gor ajansên nûçeyên Îranê, careke dî Muqteda Sedir, seredana wî welatî kirîye û evê carê seredana bajarê Qum,  paytexta olî ya Îranê dike. Ev jî cara dûyeme di heftîyekê de seredana Îranê dike.

Heftîya bûrî jî, pişt ku ji Îranê vegerîya çû nav xwenîşanderên Necef û xwenîşander bi durişmên berengar wî bûn.

Muqteda Sedir xwazt siwarî pêla xwenîşanderan bibe, lê xwenîşnder dijî hewlên wî rawestan.