Xwenîşanderên Îraqê hêriş kirin ser konsûlxaneya Îranê.

Xwenîşanderên Îraqê hêriş kirin ser konsulxane ya Îranê li Kerbela û bi sedema wê hêrişê jî xwenîşandereke hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

K24- Hewlêr

Xwenîşanderên Îraqê hêriş kirin ser konsulxane ya Îranê li Kerbela û bi sedema wê hêrişê jî xwenîşandereke hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li gor mêdya yên Îraq direngê şeva burî, xwenîşanderan li Kerbela, konsulxaneya Îranê dûrpêçkirin û bi beran hêriş kirin ser wê û derîyê derveyê Konsulxaneyê şewitandin.

Amaje bi wê yekê jî kirîne, ku xwenîşanderan dirûşmên dijî Îranê gotine û alaya Îraqê li ser dîwara Konnsulxaneya Îranê heldane.

Her bi sedema wê hêrişê alozî di navbera pasewanên konsulxaneyê û xwenîşanderan çê bû û bi wê sedemê jî xwe nîşanderek hat kuştin û yek dî jî birîndar bû.