Baregeheke HDPyê li Dîyarbekir hat daxistin
Partîya Demokratîka gelan (HDP) şax a xwe li Dîyarbekirê daxist û hevserokê wê şaxa HDPyê ragehand, bo rêgirtinê ji gêleşok û ajaweyê wan baregeha xwe daxistîye.
K24- Hewlêr
Partîya Demokratîka gelan (HDP) şax a xwe li Dîyarbekirê daxist û hevserokê wê şaxa HDPyê ragehand, bo rêgirtinê ji gêleşok û ajaweyê wan baregeha xwe daxistîye.
Zîyad Ceylan, hevserokê şaxa Dîyarbekirê yê HDPyê do kongireyeke rojnamevanî de ragehand: Rûniştin û çalakîyên nerazîbûn li pêş derîyê baregeha AKPyê qedexe ye, lê pêşîya baregeha HDPyê asayî ye, ne dadperwerîye ku dixwazin gêleşok û ajaweyê bixin di navbera HDP û malbatên dîlên li dest PKKyê de ne.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku cihê çareserîya sîyasî pêş derîyê HDPyê nîye, lê hikumeta Tirkiyê ye.
Dibêje jî: Heya ku ti gêleşok û ajawe rû nede, bi awayeke demkî, me biryar daye şaxa Dîyabekirê ya HDPyê daxîn.