Baregeheke HDPyê li Dîyarbekir hat daxistin

Partîya Demokratîka gelan (HDP) şax a xwe li Dîyarbekirê daxist û hevserokê wê şaxa HDPyê ragehand, bo rêgirtinê ji gêleşok û ajaweyê wan baregeha xwe daxistîye.

K24- Hewlêr

Partîya Demokratîka gelan (HDP) şax a xwe li Dîyarbekirê daxist û hevserokê wê şaxa HDPyê ragehand, bo rêgirtinê ji gêleşok û ajaweyê wan baregeha xwe daxistîye.

Zîyad Ceylan, hevserokê şaxa Dîyarbekirê yê HDPyê do kongireyeke rojnamevanî de ragehand: Rûniştin û çalakîyên nerazîbûn li pêş derîyê baregeha AKPyê qedexe ye, lê pêşîya baregeha HDPyê asayî ye,  ne dadperwerîye ku dixwazin gêleşok û ajaweyê bixin di navbera HDP û malbatên dîlên li dest PKKyê de ne.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku cihê çareserîya sîyasî pêş derîyê HDPyê nîye, lê hikumeta Tirkiyê ye.

Dibêje jî: Heya ku ti gêleşok û ajawe rû nede, bi awayeke demkî, me biryar daye şaxa Dîyabekirê ya HDPyê daxîn.