Li Kerbela 72 demjmêran delîveyê didin hikumetê

Serok hozên Kerbela 72 demjimêr delîve dayîne hikumeta Îraqê bo radestkirina bikujên xwenîşanderan.

K24- Hewlêr

Serok hozên Kerbela 72 demjimêr delîve dayîne hikumeta Îraqê bo radestkirina bikujên xwenîşanderan.

Di civîneke hejmareke serok hozên parêzgeha Kerbelayê, biryar hat dan 72 demjmêran delîveyê bidin hikumeta Îraqê desthelat xwecihî daku bikujên xwenîşanderên pêş konsulxaneya Îranê li wî bajêrî radest bikin.

Di xwenîşandanekê de berî dû rojan li pêş konsilxaneya Îranê li bajarê Kerbela, çar xwnîşander hatin kuştin, evê yekê jî xelkê bajarî tûrre kir  û niha konsilxane hatîye daxistin.