Noam Chomsky: Êrîşa Tirkiye ser bakurê Sûriye tewan e şer e

Bîrmend Noam Chomsky anî ziman, ku: “Êrîşa Tirkiye hemberî bi taybet herêmên Kurd tewanek mezin a şer e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek berfereh a bîrmendan, ku kampanyayek imzekirinê li dijî êrîşa Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê dan e destpêkirin, diyar kirin, ku êrîşa Tirkiye ewleyiya herêmê xistiye bin gefê de.

Yek ji imzevanan, bîrmend Noam Chomsky anî ziman, ku: “Êrîşa Tirkiye hemberî bi taybet herêmên Kurd tewanek mezin a şer e. Berê jî Tirkiye, hemberî deverê zordariyek berfereh pêkanî. Bi vê êrîşê jî, ku ji alî Trump ve lampaya kesk bo hate vêxistin, tewanên şer pêktên û civata navdewletî dive vê yekê qebûl neke”.

Piştî êrîşa Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê pêlek nerazîbûnê ya navdarên cîhanê hemberî vê êrîşê rû da, dinav de gelek bîrmend û zanyar.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment