Hejmara qurbaniyên xwepêşanderan bilind dibe

Di çarçova magirtina Iraqê de, xwepêşanderan ji 3 rojan ve piraniya riyên Bexdayê hatine girtine, hejmara kuştiyan li başûrê Iraqê jî bilind bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova magirtina Iraqê de, xwepêşanderan ji 3 rojan ve piraniya riyên Bexdayê hatine girtine, hejmara kuştiyan li başûrê Iraqê jî bilind bûye.

Li gor zanyariyên K24ê, hejmareke mezin ji xwepêşanderan li pêş rafînera petrolê ya parêzgeha Dîwaniyê li başûrê Iraqê kom bûn û rê nedan tankerên petrolê çûnûhatinê bikin.

Li gor zanyariyên kenala “Sky News”, li bendera Um Qesir jî dema hêzên ewlehiyê xwepêşander belav dikirin, xwepêşanderek hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Jêderên ewlehî û tenduistiyê ragihandin, li parêzgeha Nasiriyê 2 xwepêşander hatin kuştin û 12 jî birîndar bûne.

Li Kerbelayê jî, eşîreyên wê parêzgehê moleta 72 demjimêran da Hikûmeta Iraqê, ta kujerên xwepêşanderan diyar bikin û radestî wan bikin. Herwiha xwepêşanderan jî li ser Konsolxaneya Îranî nivîsîn “Bi fermana gel hatiye girtin”.

Li Bexdayê jî, ev roja sêyem e xwepêşanderan piraniya rê kolanan girtine û herwiha xwepêşandeke nû jî li taxa Seydiyê derketiye.

Girtina rêyên sereke û pireyan li Bexdayê, bûye sîmayeke nû ya xwepêşanderan, bi taybet ku piştî girtina herdu pireyên Komarê û Senek, pireya Ehrar jî hat girtin, ku yek ji girîngtirîn pireyên bajarê Bexdayê ye.

Ji aliyekî din ve, ji ber rewşa niha ya Iraqê, xizmeta intenetê ji heyama 3 rojan ve ye li parêzgehên başûr û naverasta Iraqê hatiye birîn.

Ev yek di demekê de ye, duhî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî bi amadebûna Serokê Encûmena Dadweriyê û Serokê Parlemanê û wezîrên navxwe û bergîriyê û hejmarek ji berpirsên ewlekariyê di civînekê de tekez li ser girtina riyên pêwîst bo parastina ewlehiyê li Bexda û parazêgehên din kirin.

Herwiha piştevaniya xwe jî bo desthilata dadperwerî û zagonsazî û dezgehên ewlekariyê nîşan dan, bo sepandina ewlehî û aramiyê û parastina xwepêşanderan û samanên giştî û taybet.   

S. B