Hejmara qurbanîyên xwenîşandanên Îraqê, 300 kuştî derbaz kir

Komisyona Bilnda Serbixwe ya Mafên Mirovan li Îraqê ragehand, hejmara qurbanîyên xwenîşandanên Îraqê ji 300 kesên kutşî derbaz bû.

K24- Hewlêr

Komisyona Bilnda Serbixwe ya Mafên Mirovan li Îraqê ragehand, hejmara qurbanîyên xwenîşandanên Îraqê ji 300 kesên kutşî derbaz bû.

Elî Ekrem Elbeyatî, gotebêjê komisyonê, tekez kir ku hejmara qurbanîyan wan xwenîşandanan, ji destpêkê ve heya niha, gehaye 301 kuştîyan 15 hezaran birîndaran.

Bexda ya paytext û hejmareke bajarên başûr û naverasta Îraqê bo meha dûyê ye xwnîşandanan encam didin dijî gendelî, bêpkarî û nebûna xizmetguzarîyan. Di wan xwenîşandanan de, pêkdadan di navebra hêzên ewlekarîyê û xwenîşandaran heye û bûye sedema vê hejmara mezin a qurbanîyan.