Neteweyên Yekgirtî çend pêşnîyazekan pêşkeş dike bo çareserkirna pirsgirêkên Îraqê

Neteweyên Yekgirtî çend pênîyaeke pêşkeş kirîye bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê. Di nav wan pêşnîyazan de jî: guhertina çend movikên destûrî, danana yasaya petrol û gazê û dadwerî hene.

K24- Hewlêr

Neteweyên Yekgirtî çend pênîyaeke pêşkeş kirîye bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê. Di nav wan pêşnîyazan de jî: guhertina çend movikên destûrî, danana yasaya petrol û gazê û dadwerî hene.

Di ragehandinekê de Neteweyên Yekgirtî li Îraqê ragehand: Piştî nerîn guhertinê li gel alî û desthelatdarên Îraqê çend pêşnîyaz û rêkaran pêşkeşî Îraqîyan dike bo dawî hînanê bi xwenîşandanan  û çareserkirina pirsgirêkan, ji wan pêşnîyaan jî: Azadkirina tevaya girtîyên xwenîşandanan, dawîhînan bi girtina xwenîşanderan, vekolîn ji revandinan çalakvanan, dadgahîkirin û sizadana ewên hêzên li rade zêde bikarhînane beranber bi xwenîşanderan û daxwazkirin ji alîyên herêmî û nêvdewletî bi awayeke aşkera daku destwer nedin di karûbarên navxweyî yên Îraqê de.

Her di ragehandinê de hatîye, bi pişikdarîya Netweyên Yekgirtî yasayeke nû bo helbijartinan bihêt danan û pesindkirin. Herweha guhertina destûr û dûv re jî  di dema mehekê heya sê mehan de rapirsî li ser bihêt kirin û dawî bi dîyaroka çekdarîyê bihêr û çek vegere jêr desthelata hikumetê.

Neteweyên Yekgirtî, pêşnîyaz dike ku endamên desteya destpakîyê ewên tuhemtbarin bi gendelîyê biryara pêwîst derbarê wan bihêr dan. Herweha lez bihêt kirin li amadekirin û pesindkirin yasaya petrol û gazê, dageha fedralî û çend yasayeke din jî.