Sedir hoşdarîyê dide Emerîkayê
Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir ragehand, Em rê nadîn Emerîka deswerdanê di karûbarên hindûrîyê Îraqê de bike û swarî pêla xwenîşandanan bibe û Îraqê wek Suriya bike kax (meydan) a milmilanê.
K24- Hewlêr
Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir ragehand, Em rê nadîn Emerîka deswerdanê di karûbarên hindûrîyê Îraqê de bike û swarî pêla xwenîşandanan bibe û Îraqê wek Suriya bike kax (meydan) a milmilanê.
Rêberê Rewta Sedir, d I peyamekê de tekez dike, ku wan daxwaza helbijartina pêşdem kirîye û rê nadin Emerîka serperiştîya hekbijartinên Îraqê bike.
Her di peyame xwe de, Sedir gotîye, Em rê nadîn Emerîkayê swarî pêla xwenîşandanan bibe û Îraqê wekû Sûriyayê bike kaxeke (meydaneke) dîya milimilanêyan.
Sedir gefan jî dike û dibêje: Heke destwerdnên Emerîka berdewam bibe, ew xwnîşandana milyonî dê encam bide û li gor gotina Sedir, Îraqê pêwîstî bi dewleteke dagîrkarê wekû Emerîkayê nîne.