Nerazîbûna AKP û helwêsta CHP û HDPyê
Serdana Ekrem Îmamoglu yê şaredarê Stenbolê yê CHPyî li Diyarbekirê bo 3 şaredarên HDPyî ku şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin, li aliyê hikûmeta Tirkiyê bû sedema dilgiraniyê. Aliyê opozîsyonê ku serdanê normal dibînin. Li gor CHP, hikûmet ji nêzîkatiyeke biçûk a li gel HDP bo desthilatdariya xwe gefek dibîne. Dema serdanê diyariya Îmamoglu ku tabloya Ataturkê damezrînerê komara Tirkiyê dabû HDPyiyan gelek rexnê lê hat kirin lê li gor HDP tu şaşitiya vê diyariyê nîn e.
K24- Stenbol

PKG Ekrem Îmamoglu yê Şaredarê Stenbolê yê CHPyî bi mebesta piştevaniyê li Diyarbekirê serdana 3 şaredarên HDPyî ku ji kar hatibûn dûrxistin kir ku ev li aliyê hikûmeta Tirkiyê bû sedema nerazîbûnê.
Silêman Soylu Wezîrê Navxweyî ku biryara tayînkirina qeyûman şûna her sê şaredaran dabû, ji serdana Îmamoglu gelek aciz bû û jê ra got: "Tenê karê xwe bike nexwe em ê te perîşan bikin."
Li gor Mihemed Bekaroglu yê parlamenterê CHP hikûmet egera nêzîkatiyeke HDP û CHP ji bo desthilatdariya xwe wek xeternakek dibîne loma tim gef li aliyê opozîsyonê dixwe.
Mihemed Bekaroglu, parlamenterê CHPyê, got: Aliyên demokrat, ji helwesta hikûmetê aciz in û proseya niha nîşan dide ku HDP jî tê da, hemû aliyên demokrat dê li hev bicivin. Serdana Îmamoglu serdaneke normal e, lê desthilatdar di ser gotinên teror, nîjadperestî re aliyê opozîsyonê krîmînalîze dike da ku tesîr bide ser civatê. Loma, ji hikûmetê kesên mîna Soylu bi vî awayî diaxivin.
Yek ji karvedana serdana Îmamoglu ya li Diyarbekirê ew bû ku diyariya wî ya tabloya Ataturk ê damezrînerê Komara Tirkiyê bo HDPyiyan bû ku gelek rexne li ser hat. Li gor Kemal Bilbilê Parlamenterê HDP tu xeletiya diyariyeke wiha nîn e.
Kemal Bilbil, Parlamenterê HDPyê: Diyariya Îmamoglu ya tabloya Ataturk nîşaneya naskirina realîteya kêşeya Kurd e û hizbê damezrînerê vê komarê dixwaze bi hemû derfetên xwe hewl bide ku pirsgirêka Kurd binase û ji bo çareserkirina vê pirsê îradeyek nîşan bide. Loma jî diyariya tabloyeke wiha ez şaş nabînim.
Bi van pêwendiyên HDP û CHP ku di demên dawîn de zêdetir rû didin, di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de nîqaşa egera tifaqa her du partiyan jî zêdetir dike. Diyar e yek sernaveke girîng a rojên bê di ser pirsa Kurd re nêzîkatiya CHP û HDP be.