NexşerêyaTirkiyê bo maf û azadiyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, hikûmeta wan di serdema bê de, proseyeke reformîst dê bidomîn e û ji bo parastina maf û azadiyan, dê planek berfereh amade bikin. Li gor aliyên nêzî AK Partî, di planê de çareserkirina Kêşeya Kurd, kêmkirina muhleta darizandina girtiyan û çakbûna şertên girtiyan hene. Lê hin sazî û dezgehên sivîl ne hêvîdar in, ku planek wiha were cîbicîkirin.

K24- Stenbol

Tirkiye û Ewropa gelek caran li ser mijarên demokrasî, azadî û mafên mirovan dibin du beş ku aliyê Ewropa li ser van mijaran balê dikêşîne paşketina ya Tirkiyê lê Enqere rexneyên li ser xwe red dike.

Mijar herî dawî di merasîma adlî ya Tirkiyê de ku Recep Tayyîp Erdogan ê Serokomarê Tirkiyê jî tê da bû hat axaftin.

Erdogan da zanîn di heyama pêş de proseya reformîst dê bidomînin û ji bo parastina maf û azadiyan planeke berfireh amade dikin.

Li gor aliyên nêzî AK Partî, hikûmet ji bo serdema bê di ajandaya xwe de cîh dide mijarên daraz, demokrasî û kêşeya Kurd.

Ekrem Kiziltaş, rojnamevan, dibêje: Li Tirkiyê ji bo kesên di hepsê de ne xebatek ji hêla hikûmetê tê plankirin. Li ser dirêjehiya dema darazê dibe hin guhertin were kirin. Hikûmet gilî û gazinda civatê dê guhdar bike û der barê kêşeya Kurd de jî ku AK Partî gelek xebat kirine, hin çareseriyên nû jî dê bifikire.

Gulseren Yolerî ya Parêzer û Seroka Mafên Mirovan a li Stenbolê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bo maf û azadiyan dibêje pêdivî bi fişara civakê heye.

Gulseren Yolerî, seroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê, dibêje: Gotineke gellek girîng e lê ku ji dil ve bihata gotin. Erdogan her dema ku dikeve tengasiyeke siyasî, behsa maf û azadiyan dike lê piştre ev gotin berhewayê diçin. Çimkî me berê ev tişt gelek caran dît. Eger civat û partiyên opozîsyonê, li ser demokrasî û mafên mirovan, fişar li hikûmetê bikin wê demê ji bo çareseriyê hêviyek jî dê hebe.

Partiyên siyasî yên li parlamentoya Tirkiyê cîh digirin li ser pirsgirêkan xebat û planek çawa cîbicî bikin dema parlamento hat vekirin dê diyar bibe. Ji bo vê çav li 1ê Cotmehê ye ku parlamento dest bi kar dê bike.