Parêzgarê Neynewa ji kar hat dûrxistin

Civata parêzgeha Neynewa, evro di kombûna xwe de bi dengdan Mensûr Merîd, parêzgarê Neynewa ji kar dûrxistin.

K24- Hewlêr

Civata parêzgeha Neynewa, evro di kombûna xwe de bi dengdan Mensûr Merîd, parêzgarê Neynewa ji kar dûrxistin.

Merîd li 13/5/2019 wek parêzgar destbikarbû piştî ji kardûrxistina Newfel Hemadî  berî wî.

Hevdem evro hêzeke ewlekarîyê avahîya Civata Parêzgehê dorpêçkirin bi mebesta rêgirtinê ji civîna Civatê;lê civîn hat encamdan û piranîya dengan parêzgar ji kar hat dûrxistin.