Li Kelha Zêrzevanê Mohra Kralê Asûriyan hat dîtin

Di xebatên kolyarnasiyê yên li ser Kelha Zêrvanê ya li navçeya Çinar a Diyarbekirê mohra Kralê Asûriyan hat dîtin.

 

K24 – Diyarbekir

Di xebatên kolyarnasiyê yên li ser Kelha Zêrvanê ya li navçeya Çinar a Diyarbekirê mohra Kralê Asûriyan hat dîtin. Bi vê keşfê dîroka kelhê, heta 3 hezar salan çû. Her dîsa di xebatên kolyarnasiyê de qendîlên ku dîroka wan heta 1500 salan diçe hatin dîtin. Ji ber perestgeha Mîtras û berhemên kevnare ji welat û çar aliyên cîhanê tenê îsal 400 hezar kesan serdana kelhê kirine. Rêberên xebatên kolyarnasiyê amaje dikin ku xebatên li Kelhê dê heta 40 sal din jî berdewam bikin û çaverê ne ku hîn zêdetir berhemên ku dîrok pê ronî bibe werin dîtin.

Ev der Kelha Zêrvevanê ye, li kêleka rêya Mêrdîn û Diyarbekirê 13 kîlometreyan dûrî  navçeya Çinar'ê cih digire.  Li gorî daxûyaniyên kolyarnasan xwedî dîrokeke 3 hezar sal e. Li ser vê kelhê şopa şaristaniyên Asûr, Pers, Part û Romayê cih digire. Ev der wekî baregeha serbazî ya Roma ya li herî başûr jî tê zanîn. Li Zêrzevanê Dêr, jêrzemîn, gorên tehtan, embarên çek û xwirekan û mal hene. Di xebatên kolyarnasiyê de mohra kralê Asûriyan û qendîlên ku xwedî dîrokeke hezar û 500 sal e hatin dîtin. Akademîsyenê Beşa Kolyarnasiyê yê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun serpereştiyê xebatên kolyariyê dike. Coşkun got; me  48 qendîlên ronîkirinê dîtin û me zanî ku ev berhemên ji beriya 1500 salan e.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun ji K24ê re got: "Me di xebatên xwe de berhemên ji beriya hezar û 500 salan dîtibûn lê di xebatên dawîn de me hin berhemên ji beriya 3 hezar salan dît in. Me di yek carê de 48 qendîl dît in. Li gorî pêşbîniya me li vê derê kargeheke qendîlan hebûye. Li ser van qendîlên sembol û motîvên ajal, xweza, roj û stêrkan cih digirin. Ev jî sembolên jiyana ebedî û hêza mezin Xwedê nîşan dide. Xebatên me dê berdewam bikin û em ê hîn berhemên balkêş bibînin."

Li seranserê cîhanê 21 perestgehên Mîtras hene û di xebatên 2017'an de ji van perestgehan yek li Kelha Zêrzevanê hat dîtin. Vê keşfa hezar û 700 salî bala cîhanê kişand û ji çar aliyên cîhanê kesên binavûdeng jî di nav de bi hezaran kesan serdana vê derê kir. Mîtras wekî Xwedayê Rojê tê nirxandin û wekî oleke girtî tê zanîn. Ev ola girtî ji beriya mîladê di sedsalên 2'emîn û 3'emîn de di nava civaka Romayiyan de bi awayeke berfireh tê jiyîn. Tenê kesên wekî serfermanbar, bazirgan mezin û arîstokratan dikarîn bibin endam. Tenê zilam ji bo vê ola girtî dihatin qebûlkirin û divê ew jî ji ezmûneke 12 êşên giran re derbas bibûna.  Eyûp Kardaş kolyarnas e û dibêje dîtina mohra Asûriyan me zanî ku Kelha Zêrvezanê xwedî dîrokekî 3 hezar sal e.

Kolyarnas Eyûp Kardaş dibêje: "Me mohra Asûriyan dît. Me dizanî ku Asûrî jî li vê derê jiyan e lê me berhemên ji wan nedîtibûn. Ji beriya dîtina mohra Asûriyan me dîgot dîroka Zêrzevanê 1800 sal e lê me zanî ku dîroka vê derê heta 3 hezar sal diçe. Bi xebat û keşfên me Zêrzevan di cîhanê de jî hat naskirin. Ji Ewropa, Fransa, Brîtanya, Elmanya, Makedonya û Awusturalyayê geştyar tên serdana vê derê dikin."

Ev 5 sal in ku bi rêveberiya Wezareta Çand û Geştyariyê xebatên kolyarnasiyê berdewam dike. Li gorî ku rêveberên kolyarnasiyê dibêjin; dê heta 40 sal din jî ev xebat berdewam bikin. Ev kelh di heman demê de yek ji navendên geştyariyê ye jî. Di sala 2018'an de 296 hezar geştegerên xwecihî û 55 hezar jî geştegerên biyanî; bi giştî 351 hezar geştyaran serdana Zêrvenaê kirine. Îsal jî heta niha 400 hezar kesan serdana Zêrzevanê kirine û tê çaverêkirin ku heta dawiya salê ev hejmar bigihije 500 hezar kesî. Armanc ew e ku di sala 2020'an de milyonek geştayar serdana Zêrzevanê bikin.