Parêzgarê nû yê Neynewa hat helbijartin
Civta Parêzgeha Neynewa, fermandeyekê berê yê supayê Îraqê weku parêzgar helbijart.
K24- Hewlêr
Civta Parêzgeha Neynewa, fermandeyekê berê yê supayê Îraqê weku parêzgar helbijart.
Civta Parêzgeha Neynewa di kombûna evro de, bi 23 dengên endamên Civatê, Necim Cibûr, fermande yê berê yê operasyona Neynewa bi parêzgarê Neynewa helbijart.
Di beranber de, Mensûr Merîd, parêzgarê ji kar dûrxistî yê Neynewa ragehandîye, ew îtîrafê bi biryar û derhavîjtîyên civateke nake ku hatîye helweşandin. Heftîya burî, Civata Parêzgeha Neynewa, Mensûr Merîd parzêgarê Nenewa ji kar dûrxisitin.