Li Kerbela 9 xwenîşander birîndar bûn

Çavkanêyeke ewlekarîyê li parêzgeha Kerbela li Başûrê Îraqê ragehand, ji encam pêkdadana hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderên wî bajêrê 9 kes birîndar bûne,

K24- Hewlêr

Çavkanêyeke ewlekarîyê li parêzgeha Kerbela li Başûrê Îraqê ragehand, ji encam pêkdadana hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderên wî bajêrê 9 kes birîndar bûne.

 Li gor zanîyarîyên mêdyayayn, ew hevwelatîyên hanê bi gulleyên pilastîkî û bi sedema gaza hêsirrêj birîndarbûne.

 Pêkdadan piştî wê yekê hat, ku hejmarek xwenîşanderan taye yên otombêlan şewitandin û rêya sereke daxistin.

Li bajarên naverast û başûra Îraqê, ji destpêka meha burî ve,  hevwelatî dest bi xwenîşandanan kirîne li dijî gendelîyê û nebûna xizmetguzarîyan.