Adil Ebdulmehdî: Her kesek li derveyê yasayê xelkê birevîne dê bihêt sizadan

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê di civîna Civata wezîran de ragehand: Em dijî teqekirinê ne li xwenîşanderan û me bi wezareta navxweyî jî re gotîye, nabe tundûtîjî li beranebr xwenîşanderan bihêt encamdan.

K24- Hewlêr

Got jî: Divê xwenîşander xwe ji şewitandina baregehên hikumî û hizbî dûr bixin û wê karê encam nedin, çunku evê yekê ti sûd nagehîne xwenîşanderan. Herweha her kesek serpêçîyê bike dê bihêt sizadan.

Amaje bi wê yekê jî da: Her kesek li derveyê yasayê xelkî biger yan birevîne, rêkarên yasayî li beranber wî dê bigirîn ber xwe.