CHP: Sîstema takekesî demokrasî lawaz kiriye
Serokî Giştî yê CHPê dibêje, bi sîstema takekesî re, li Tirkiyê demokrasî pir lawaz bûye û ewlekariya can û malê tu welatiyekî jî nîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokî Giştî yê CHPê dibêje, bi sîstema takekesî re, li Tirkiyê demokrasî pir lawaz bûye û ewlekariya can û malê tu welatiyekî jî nîne.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Stenbolê axivî û da xuyakirin, demokrasiya Tirkiyê lawaz û di asteke jêr de ye û ew li gor pîvanên Yekîtiya Ewropayê demokrasî dixwazin.
Da xuyakirin, li welat ewlekariya can û mala tu kesek nîne, dibe her kesek li her gavek were binçavkirin û parêzer jî nizanibe sedema binçavkirinê çi ye.
Kiliçdaroglu got, rayedarên desthilatê xwe dixin şûna dadgehan û mirovan tawanbar nîşan didin û behsa zîndanîkirinê dikin û da xuyakirin, kes nizane sibe li Tirkiyê dê çi rû bide.
Kiliçdaroglu rexne li Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê digre ku gotiye, şaredarên şûna wan qeyum hatine danîn tawanbar in û dê werin sizadan û got, berpirsên desthilatê xwe xistine şûna dadgehê û siza dibirin û piştre jî dibêjin li Tirkiyê dadgeh serbixwe ne, ma kî ji we bawer dike.
S. B