Careke din Konsulxaneya Îranê li Necefê hat şewitandin

Bo cara dûyem di dema hefteyekê de xwenîşanderên Îraqî, konsilxaneya Îranê li bajarê Necefê şewitandin û xwenîşanderan daxwaza nehêlana hejmûn û desthelata Îranê dikin ji Îraqê.

K24- Hewlêr

Bo cara dûyem di dema hefteyekê de xwenîşanderên Îraqî, konsilxaneya Îranê li bajarê Necefê şewitandin û xwenîşanderan daxwaza nehêlana hejmûn û desthelata Îranê dikin ji Îraqê.

Rêvberîya Berevanî Şaristanî ya parêzgeha Necefê di daxyanîyekê de ragehand: Bo cara dûyem xwenîşanderan konsilxaneya Îranê şewitandin û tîmên agir vemirandinê gehiştine wî cihî û ew agir vemiramdin.

Çalakvanên torên civakî çend girteyên vîdîyoyî yên dema şewitîna Konsulxaneyê belav kirîne û bi zelalî xuyaye ku agir û dûkêl ji konsulxaneyê bilind dibe.

Şewitandina Konsulxaneya Îranê piştî çend demjimêran hat  ji qebûlkirina  nameya dest ji kar vekişandina Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê, ji alîyê Civata Nwênerên Îraqê  ve. Herweha roja Çarşembîya burî, bo cara yekem konsulxane ya Îranê hatibû şewitandin.