Erdogan: Em nahêlin kesek AK Partiyê parçe bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne, ew derfetê nadin kesekî ku AK-Partiyê perçe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan radighîne, ew derfetê nadin kesekî ku AK-Partiyê perçe bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê bi endamên partiya xwe re axivî û hêviya yekbûna AK-Partiyê ji endam û kadroyên xwe kir.

Erdogan diyar kir, hinek kes hene dixwazin AK-Partiyê perçe bikin. Lê, divê ew derfeta perçekirina AK-Partiyê nedin wan kesan. Divê ew hêz û yekbûna xwe biparêz in.

Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, ligel hejmerek berpirs û avakarên AK-Partiyê, dest ji partiya xwe berdabûn û tê çaverekirin û heta 20 rojan, bi serperiştiya wan de, du partî ava bibin.

 

S. B