Kiliçdaroglu: Ti sedem ji zîndanîkirina Demîrtaş re nînin

Serokê Giştî yê CHPê radigihîne, Selahedîn Demîrtaş ji ber ku di dema hilbijartinan de ji Erdogan re gotiye, "Emê te nekin Serok" hatiye zîndanîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê radigihîne, Selahedîn Demîrtaş ji ber ku di dema hilbijartinan de ji Erdogan re gotiye, "Emê te nekin Serok" hatiye zîndanîkirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna koma partiya xwe ya li Parlamena Tirkiyê de got: “Selahedîn Demîrtaş, serokê partiyeke siyasî bû. bi awayekî neheq di zîndanê de ye. Ti sedem ji zîndanîkirina Demîrtaş re nîne. Ji ber ku ji Erdogan re gotiye, "Em nahêlin tu bibî serok" hatiye zîndanîkirin. Ji ber vê gotinê dixwazin heta dawî wî di zîndanê de bihêlin.”

Kiliçdaroglu got jî: “Demokrasî, mafên mirovan, dadwerî û mafnasî ji bo her kesê ye. Demîrtaş ji doza ku girtibû tê berdan, lê bi lez û bez dozeke din çê dikin û wî digrin. Bi rewşa van dadgehan jî derdikevin cîhanê re dibêjin, dadgeh serbixwe ne. Hûn nikarin kesekî bixapînin. Kes ji we bawer nake.”

Kiliçdaroglu Demîrtaş nexweş ketiye, lê ew dereng bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Hevserokê berê yê HSDê Selahatîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di zîndanê de girtî ye. Dadgeha Stenbolê jî cezayeke Demîrtaşî ya 4 sal û 8 mehan pesend kiribû.

 

S. B