Îsraîl daxwaza avakirina hevpeymaniyeke Rojavayî – Erebî li dijî Îranê dike
Îsraîl destpêşeriyeke avakirina hevpeymaniyeke “Rojavayî – Erebî” bi serokatiya Amerîka li dijî Îranê pêşkêş kir, piştî ku Brîtanya, Almanya û Fransayê Îran tometbar kirin, ku mûşekên bi seriyên atomî bipêş xistiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îsraîl destpêşeriyeke avakirina hevpeymaniyeke “Rojavayî – Erebî” bi serokatiya Amerîka li dijî Îranê pêşkêş kir, piştî ku Brîtanya, Almanya û Fransayê Îran tometbar kir, ku mûşekên bi seriyên atomî bipêş xistiye.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz li twîttera xwe nivîsî: “Frana, Almanya û Brîtanya Sekreterê Netwên Yekgirtî agahdar kirine ku Îranî mûşekên dikarin seriyên atomî hilgirin bipêş xistiye, ev yek jî li dijî rêkeftina atomî ye.”
Katz got jî: Divê gava duyem avakirina hevpeymaniyeke Rojavayî – Erebî bi serokatiya Amerîka be, bo rûbirûna dijminatiya Îranê di vê qonaxa hestiyar de be.
Piştre Katz di duyaniyekê de daxwaz ji nivîsgeha xwe kir, hemû binpêkirinên Îranê derbarê rêkeftina atomî de kom bikin, ji bo di civîna salane ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya roja 19ê vê mehê de pêşkêş bikin.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê got jî: Welatên Ewropayê hest bi metirsiya Îranê li ser aştiya navdewletî û aramiya herêmê kirine û niha dem hatiye, ku ji qonaxa nameyan bo qonaxa karê li ser erdê bikin û sizayan li ser Îranê bisepînin.
S. B