Folklor û xwarinên Êlihê di festîvalekê de hatin nîşandan
Di festîvalê de bo nîşandanan folkora Kurdan govend hatin gerandin û xwarinên ciyawaz hatin pêşandan.
K24 – Stenbol
Bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê li mezintirîn bajarê Tirkiyê Stenbolê di festîvaleke kultirî de bi xwarin û berhemên xwe yên navdar hatin danasîn. Di festîvalê de bo nîşandanan folkora Kurdan govend hatin gerandin û xwarinên ciyawaz ên Kurd li ser standan hatin pêşandan.
Bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê ku wek şehrê neft û bi cîh û warên xwe yên dîrokî tê zanîn li mezintirîn bajarê Tirkiyê bi kêf û coşeke mezin hat danasîn.
Di festîvalê de li gel gerandina govend û şahiyan, xwarin û berhemên navdar ên bajêr hatin pêşandan. Hingiv, penêr, bastêq, şaran, benî, şêrînahî û xwarinên din kul i navçeyên Êlihê hatine çêkirin di festîvalê de li ser standan hatin bicîhkirin.
Kurdên li Stenbolê bi taybetî jî xelkê Êlihê ku bi salan e ji welatê xwe dûr mane û bêriya tehm û berhemên bajarê xwe kirine eleqeyeke mezin nîşanî festîvalê dan.
Di festîvala kultirî de ku ji hêla parêzgeriya Êlihê ve hat sazkirin bi mebesta danasîna folklora Kurdî çend govend jî bi eleqeyeke mezin hatin gerandin.