Tirkiya daxwazekê ji Emerîka û Rûsiya dike

Wezîrê berevanîya Tirkiya daxwaz ji Emerîka û Rûsiya dike, erkên xwe li rojhelata Furatê li Sûriya cîbicî bikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê berevanîya Tirkiya daxwaz ji Emerîka û Rûsiya dike, erkên xwe li rojhelata Furatê li Sûriya cîbicî bikin.

Xelûsî Akarm wezîrê berevanîya Tirkiya ragehand: Hêj Emerîka û Rûsiya erkên xwe li Sûriya û rojhelata Furatê cîbicî nekirîne ew axivtinên wan welatan bi rast dizanin, ewên rexne digirin û dibêjin axa Sûriya hatîye dagîr kirin.

Wezîrê berevanîya Tirkiya amaje bi wê yekê jî,  armanca paraztina yek paçeyî ya axa Suriyayê ye û çavê Enqereyê li dagîrkirina Suriyayê nîne.

Akar daxwaz ji Emerîka û Rûsiya kir, erkên xwe li rojhelata Furatê cîbicî bikin.