Dû mûşek bi nêzîk firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê ketin

Dû mûşek li derdorê firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê ketin xwar û balyozxaneyan jî zengê hoşdarîyê lêdan.

K24- Hewlêr

Dû mûşek li derdorê firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê ketin xwar û balyozxaneyan jî zengê hoşdarîyê lêdan.

Ajanasa Sipotnîk a Rûsiyayî belav kirîye, derengê şeva burî, dû mûşek li derdorê firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê ketin xwar di encam de 5 kes birîndar bûn ku birîna dû kesan ji wan giraniin.

Hevdem piştê ketnexwara wan mûşekan, balyozxaneya Emerîka û balyozxaneyên din li Bexdayê, zenga hoşdarîyê lêdan û kectin di amdadebaşîyê de. Heya niha nehatîye zanîn ew mûşek ji kuderî hatîye arastekirin, lê mêdyayên Îraqê belav kirîne ku armanca evan mûşekan hêzên Emerîkayê û balyozxaneya Emerîkayê bûne.

Ji alîyeke dî ve, şane ya ragehandina cengî, pûçkirina dû mûşekên katyoşayê ragehand, di fermanede ya Beled a serbazî de ser bi parêzgeha Selahedîn, wan dû mûşek pûç kirine bê ku ti ziyaneke canî û madî jê çê bibe.