wezîrên bergirîya Rûsiyê û Tirkiyê rewşa navçeyên bakurê rojhelatê Sûriyê gotûbêj kirin
Di peywendîyeke telefonî de wezîrên bergirîya Rûsiyê û Tirkiyê rewşa navçeyên bakurê rojhelatê Sûriyê gotûbêj kirin.
K24- Hewlêr
Di peywendîyeke telefonî de wezîrên bergirîya Rûsiyê û Tirkiyê rewşa navçeyên bakurê rojhelatê Sûriyê gotûbêj kirin.
Di daxuyanîyekê de wezareta bergirîya Tirkiyê belavkirîye, ku wezîrê bergirîya Tirkyê, Xelûsî Akar peywnendîyeke telefonî li gel hevtayê xwe yê Rûsiyê, Sêrgî Şoygo encam daye û behsa hejmareke dosêyên girêdayî ewelhîyê kirine.
Li gor ku hatî belivkirin di wê peywendyê de, Akar û Şoygo behsa rewşa parêzgeha Idilbê kirîne, herweha behsa rewşa ewlehîyê li navçeyên bakurê rojhlatê Sûriyê jî kirîne ku niha ew navçe ketîye bin destê Tirkiye û komên çekdarên hevpeymanên wê.
Duhî, serok komarê Tirkiyê ragehandibû, ew kar li ser bicihkirina yek milyon kesan li |Girê Sipî û Serê Kanîyê dikin.