Hejmarek penaberên Îraqî ji Tirkiyê hatin vegerandin

Evro, Pêncşembîyê wezareta koç û koçberên Îraqê ragehand: 65 penaberên Îraqî ji Tirkiyê hatin vegerandin bo Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro, Pêncşembîyê wezareta koç û koçberên Îraqê ragehand: 65 penaberên Îraqî ji Tirkiyê hatin vegerandin bo Îraqê.

Talib Esxer duse, rêveberê fermangeha karûbarên Koçkirinê di wezaretê de gotîye, 65 penaberên Îraqî bi rêya derazînka Îbrahîm Xelîl hatîne vegerandin bo deverên akincîbûna wan li Îraqê, ev kar jî, di çarçoveya pirogramê vegerandina arezûmendane ye.

Ew berpirsê Koç û koçberan amaje bi wê yekê kirîyem ew 65 Îraqî ji bajarên Enqere, Samson, Koniya û Çirom ên Tirkiyê hatîne vegerandin. Li gel wezareta veguhaztinê û alîyên ewlekarîyê hevahengî hatîye kirin daku bi rêya derazînka Îbrahîm Xelîl ew penaberên hanê bihên vegerandin bo deverên wan li parêzgehên Îraqê.

Berê jî wezareta Koçû Koçberên Îraqê, ragehandibû: Zêdetir ji 4 hezar penaberên Îraqî ji Tirkiyê ve hatîne vegerandin bo Îraqê û li ser evê piroseyê jî berdewam dibîn û her kes û malbatek vîyana vegerîyanê hebe, em wan dê vegerînîn.