Kelecana bazara sala nû destpê kir
Bi nêzîkbûna sala nû kelecana sersalê li hemû cîhanê digere.
K24 – Enqere
Bi xweşî û nexweşiyan sala 2019an hema hema bi dawî bû. Bi nêzîkbûna sala nû kelecana sersalê li hemû cîhanê digere. Xemlandina mal û jîngehan, kirîna cilên sala nû û amade kirina sofreyan jî di nav de, amadekariyên sersalê bi awayekî kelecanî berdewam in. Bi vê boneye li Tirkiyê bazarên demkî bo sersalê tên vekirin û dîmenên rengîn derdikevin holê.
Gelek ne, bi tenê 15 rojên din emê şevê razên û sibêdê çavên xwe bo saleke nû û pak vekin. Bi hêvî û daxwazên nû sala 2019an bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike. Di wê çarçoveyê de kolanên Enqerê jî xwe amade dikin ku pêşwazî li sala nû bikin. Kelecana bazar û xemla sala nû di nav civakê de dibe sedem ku bazarên taybetî sersalê bêne danîn. Yek ji wan li navenda Paytextê Tirkiyê hat danîn. Ka em binêrin xelkê Tirkiyê ji wan bazaran çi dikirre û hêviyên wan bo sala nû çi ne?
Di bazarê de bi taybetî gelek berhemên destî cih digirin, û eleqeya herî mezin malên piçûk yên ji geçê bi dest tên çêkirin dibînin.
Di nav dîmenên rengîn yên bazara sersalê de daxwaz û hêviyên her kesekî, ji sala 2020an, cuda ne. Lê belê bi giştî welatiyên Tirkiyê daxwaza şert û mercên baştir yên abûriyê dikin. Ji ber ku sala 2019an ji aliye abûrî ve gelek zehmet derbas bû.