Emerîka nîgeranîyên xwe digehîne Adil Ebdulemhdî
Wezîrê berevanîya Emerîkayê nîgeranîya Waşintunê derbarê burdûmankirina hinek sazîyên Emerîkayî li Îraqê, gehande Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêker ê Îraqê û daxwaz kirîye, rêkarên pêwîst bigirin ber bo rawestandina wan karan.
K24- Hewlêr

Li gor daxuyanîyeke nivîsîngeha ragehandina serok wezîrê Îraqê, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê bi rêya telefonê ve, peywendî bi Adil Ebdulmehdî kirîye. Tevî tekezkirinê li ser berdewamîya peywendîyan di navbera herdû welatan de li şerê dijî terorê û piştevanîya karên hêzên hevpişik bo parêzgarîkirinê ji asayîş û akincîya tevaya Îraqê, nîgeranîya Waşinyunê jî derbirîye beranber burdûmana hinek sazîyên Emerîkayî.
Êsper daxwaz ji Adil Ebdulmehdî kirîye, rêkarên Pêwîst dijî wan karan bigirin ber xwe. Di beranber de, serok wezîrê Îraqê amaje bi wê yekê kirîye, her hewleke lawazkirin û bêhêzkirina hikumetê dibe alîkar bo zêdbûna gêleşok û ajaweyê.