Ebdulmehdî dema berdewambûna xwe wek serok wezîr aşkera dike

Serok wêzîrê Îraqê yê karbirêkerragehand: Heya pêkanîna hikumeta nû li ser karê xwe berdewam dibe.

K24- Hewlêr

Serok wêzîrê Îraqê yê karbirêkerragehand: Heya pêkanîna hikumeta nû li ser karê xwe berdewam dibe.

Di hepeyvîneke televizyonî de, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê ragehand, heya pêkhînan hikumeta nû li ser karên xwe berdewam dibe.

Herweha Ebulmehdî amaje bi wê yekê jî kir, ku ew dê hevkarê hikumeta dahatî be.

Derbarê budceya giştîya Îraqê jî, got: pirojeya budceya 2020 amadeye.

Derbarê dîyarkirina kedekî bo serokatîya hikumeta dahatî, Adil Ebdulmehdî got: rawêjên sîyasî bo wê armancê berdewamin.