Rûhanî daxwaza yekgirtina welatên Îslamî li dijî Amerîka dike
Serokomarê Îranê daxwaza yekgirtûbûnê li welatên Îslamî dike û dibêje, divê ew ji hejmûna Dolar xilas bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê daxwaza yekgirtûbûnê li welatên Îslamî dike û dibêje, divê ew ji hejmûna Dolar xilas bibin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Kuala Lumpur di Lûtkeya Îsalmê ya Biçûk de gotarek pêşkêş kir û got, Amerîka dixwaze bi riya sizayên aboriyê hejmûna xwe li ser cîhanê û bi taybet li ser welatên Îslamî bisepîne.
Rûhanî daxwaz ji welatên Îslamê dike, li şûna Dolar bedîlekî di bazaran de bibînin, ji bo Amerîka nikarebe hejmûna xwe bisepîne.
Herwiha Serokomarê Îranê ragihand, divê welatên Îslamî rênimayên rizgarbûna ji Dolara Amerîkî bigirin ber û sîstemeke nû ya hevkariya bankî di navbera welatên Îsalmî de bibînin û bi diravên xwecihî bazirganiyê bikin.
Li Kuala Lumpur lûtkeyeke biçûk a welatên Îslamî birêve diçe, Serokwezîrê Malîzyayê Mehatîr Mihemed daxwaza wê kiribû, di lûtkeyê de dîtina stratejiyeke nû bo rûbirûbûna dosyên rastî cîhana Îslamî dibe, guftûgo tên kirin.
Di lûtkeyê de, Ligel Serokwezîrê Malîsya û Rûhanî, her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed û hin berpirsên din welatên Îslamê beşdar in.
S. B