Rûsya hêzek serbazî li rojavayê Kurdistanê pêktîn e
Rûsya kar liser damezrandina hêzek serbazî li rojavayê Kurdistanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya kar liser damezrandina hêzek serbazî li rojavayê Kurdistanê dike.
Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan belavkiriye, Rûsya niha amadekariyên damezrandina hêzek serbazî ya nû, ji xortên Hozên Ereb li bakurê rojhilatê Sûriyê dike. Ligor ku hatî belavkirin, Rûsya kariye heta niha, navên bi sedan xortan ji Qamişlo, Serêkaniyê û Tiltemir ji bo pêkanîna wê hêzê tomar bike.
Ligor Rewangehê, ew hêz a nû, dê bi ser rejîma Sûriyê ve be.
Daxwaza Rûsya, wekî pêkanîna hêz a piştgîr ji bo rejîma Sûriye jî, tê şîrove kirin.
Heta niha HSD di derbarê wê nûçeyê de, ti daxuyanî neda ye.
C.B