Feysel Yûsif: Liser erdê – li rojavayê Kurdistanê, hîn jî, pêngavên pratîk nehatine avêtin

Endamê Desteya Serokatî ya ENKS Feysel Yûsif ji K24 re diyarkir, ku babetên di daxûyaniya Rêveberiya Xweser liser yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdistanê de hatin e, ger pêkwerin erênî ye...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatî ya ENKS Feysel Yûsif ji K24 re diyarkir, ku babetên di daxûyaniya Rêveberiya Xweser liser yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdistanê de hatin e, ger pêkwerin erênî ye, lê heta niha bi taybet di mijara girtiyên siyasî yên ENKS de gav nehatiye avêtin.

Liser diyalogek yekrêziyê, piştî destpêşxeriya HSD, Feysel Yûsif ragihand, ku bi taybetî piştî binpêkirina Rêkeftina Dihokê pêwendî di navbeyna ENKS û PYD de neman. Lê, bi destpêşxweriya Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî hevdîtin di navbeyna HSD û ENKS de pêkhat û piştî wê Rêveberiya Xweser daxûyaniyek jî belav kir. Ligor ENKS li pirsan wekî pakêcekê temaşe dikin û dixwazin pêngav di derbarê pakêcê de bê avêtin. Lê, heta niha pêngav nehatine avêtin.

Liser sekna ENKS girêdayî yekrêziyê Feysel Yûsif got: ENKS di mijara yekrêziyê de ciddî ye û ji aliyê din ve jî, daxwaza ciddiyetê dike. ENKS aliyek girîng a revgera Kurd li rojavayê Kurdistanê ye. Raya giştî ya navxweyî û derve jî weha dibîn e.

Endamê Desteya Serokatî ya ENKS Feysel Yûsif anî ziman, ku: Hin aliyên dinav PYD de, di rojên dawî de tîn in ziman, ku girtiyên ENKS nîn in û beşdarî nav Rêveberiyê bibe, seknek kevn û wekî berê ya daxûyaniya Rêveberiya Xweser e. Ji xwe ew daxûyanî li dij beyannameya Rêveberiyê ye jî. Ew dinav xwe de, divê zelaliyek nîşan bidin.

 

Fly Erbil Advertisment