Jineke 73 salî ji Brîtanyayê heta Nepalê ji bo zarokan dimeşe
Rosie Brîtanyayî piştî salekê rêya 12 welatan derbas kir û gihişt Tirkiyê.
K24 – Stenbol
Rosie Swale Pope ya Brîtanyayî ku temenê wê 73 salî ye ji welatê xwe heta Nepalê ji bo alîkariya zarokên neçar dimeşe. Jineke temendirêj ku ev salek e dimeşe, rojane 20 kîlometre bi rê de diçe û hewl dide bi meşê di sala 2021an de bigihîje Nepalê.
Jineke temendirêj ji bo alîkariya zarokên hejar ên Nepalî û bi mebesta bala cîhanê bide ser wan zarokan, ji welatê xwe Brîtanyayê heta Nepalê dimeşe.
Nivîskar û Pêşbaz Rosie Swale Pope ji K24ê re got: “Ez û hevjînê xwe me plan kir ku bi hev re biçin Nepalê, lê piştre mêrê min bi nexweşiya pençeşerî ket û ji min re got eger ez sax nebim tu biçe Nepalê. Paşê hevjînê min mir û niha ez hewl didim xwe bigihînim Nepalê. Li Nepalê ji ber erdhejekê gelek kes mirin, gelek xanî wêran bûn, ji bo hawara zarokên wî welatî û bo hemû hejarên welatên din, bila dinya pê bihese ez dimeşim.”
Popeya xwe wek nivîskar û pêşbaza maratonê bi nav dike rojane 20 kîlometre dimeşe û bi şev jî di wê wesayîta xwe biçûk de radizê û bêhna xwe dide.
Rosie Swale Pope dibêje: “Ji meşe û ji bazdanê hez dikim û temendirêjiya min ji bo vê hezkirinê ne asteng e. Ji bo serşûştinê û bo telefona xwe şar bikim li otêlan dimînim, lê piranî di vê wesayta xwe de ku ji pişta xwe kaş dikim radizêm. Gelek dilxweş im ku min dest bi vê meşê kiriye.”
Hin welatiyên Tirkiyê li Stenbolê ji bo piştgiriya Popeyê bikin, tevî wê di ser pira Bogazîçî re baz dan.
Welatiya Tirkiyê Kivanç Argun: Pira Bogaziçî berê niha, ji bo maratonan ji çûnûhatina wesayîtan re dihat girtin, lê pir cara yekem e tevî çûnûhatina wesayîtan ji bo meşa Rosie hat bikaranîn. Em jî pê ra baz dan. Karekî baş dike. Bila her kes xwedî li wê derkeve.
Rosie sala borî dest bi meşa xwe kir hewl dide heta 6 hezar û 900 kîlometre bimeşe da ku bigihîje Nepalê, ji bo vê jî plan dike di sala 2021an de meşa xwe biqedîne.