Derbarê mezintirîn Firakisyon, Dadgeha Fedralî bersiva serok komarê Îraqê dide
Dadgeha Bala ya Fedarlîya Îraqê ragehand: Her hevpeymanîyeka piştî helbijartina zêdetirîn kursî hebin, mezintirîn firakisyone.
K24- Hewlêr
Dadgeha Bala ya Fedarlîya Îraqê ragehand: Her hevpeymanîyeka piştî helbijartina zêdetirîn kursî hebin, mezintirîn firakisyone.
Di beyannameyekê dem peyîvdarê Dadgeha Fedralî Îyas Samûk, besiva daxwazîya serok komarê Îraqê, Berhem Salih dam û eşkera kirîye, her hevpeymanîyekê piştî helbinartinan zêdetirîn kursîyên perlemanê bi dest xwe ve anî bin; mezintriîn firakisyone. Mezitirîn firakisyon jî, dikare zêdetir ji dû lîstan, mezintirîn Hevpeymanî pêk bihîne kesekê bo pêkanîna hikumetê dîyar bike.
Di beyannameyê de hatîye, serok komar berbijêrê mezintirîn firakisyona hikumetê dê erikdar bike.
Ev di demkê de ye ku evro dawîn roj bû bo berbijêrkirina kesekê bo postê serok wezîran.