Di nav de Kurd hene.. di 2019an de 18 gorên bikomî li Iraqê hatin dîtin

Dezgaha Şehîdên Iraqê hejmara gorên bikomî yên hatine li parêzgehên cuda ên Iraqê hatine dîtin aşkera dike ku di nava wan de qurbaniyên Kurd jî hebûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgaha Şehîdên Iraqê hejmara gorên bikomî yên hatine li parêzgehên cuda ên Iraqê hatine dîtin aşkera dike ku di nava wan de qurbaniyên Kurd jî hebûn.

Rêveberê Fermangeha Gorên Bikomî li Dezgaha Şehîdan Ziya Kerîm ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê re ragehand, gorên komî yên hatine dîtin ên qurbaniyên destê rejîma Beis û çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê û El Qaîdê ne.

Ziya Kerîm ragehand, ji destpêka îsal 2019ê ve heta naha 18 gorên bikomî li navçeyên cuda yên Iraqê hatine dîtin û ji aliyê rejîma berê ya Beis, rêxistina terorîst a DAIŞê û El Qaîdê ve ew karesat pêk hatine.

Diyar kir jî, karên lêgerîna li gorên bikomî berdewam in, ji ber ku hejmara kesên ku winda bûne mezin in û îsal gorên nû li Necef, Zîqar, Diyale û Felûce hatine dîtin.

Di meha Nîsana bûrî de, Parêzgarê Musene Ehmed Menfî Code ragihandibû, goreke bikomî hatibû dîtin, qurbaniyên wan ji Kurd bûn û ew bi xweşî hatibûn binaxkirin.

 

S. B