Xwenîşanderan bendereke Besre û wêstgeheke elikitrîkê li Kerbela daxistin
Di berdewamîya xwenîşandanên Îraqê, xwenîşanderan benderek li parêzgeha Besre û wêstgeheke elikitêkê li Kerbela daxistin.
K24- Hewlêr
Di berdewamîya xwenîşandanên Îraqê, xwenîşanderan benderek li parêzgeha Besre û wêstgeheke elikitêkê li Kerbela daxistin.
Bi nêzîkbûna dema destnîşankirina berbijêrekî bo posta serok wezîrên Îraqê, xwenîşanderan çalakîyên xwe berfireh kirîne û li Kerbela wêstegeha elikitrîka devera Xeyrat daxistin.
Ji alî dî ve, xwenîşanderan bendera Meiqel li başûra Besre daxistin û hewil didin jî biçin di nav bîyava petrola Qerne de.
Xwenîşanderên dîwanîye rêveberatîyên şaredarêyê, perwerde, av û averoyan û dîwana parêzgehê daxistîne.
Ev di demekê de ye, evro rojname ya Erebî Cedîd ragehand, xwenîşanderên Îraqê piroje ya rakêşana xîç a petrola Besre- Eqebe daxistin ku ji sala 2013yê ve li gor rêkkevtineke di navbera Îraq û Ûrdinê de hatîye destpêkirin.