Îran amadeye alîkarîya Sûriyê bike jibo derxistina Emerîkayê ji wî welatî
Şêwrmendê rêberê Îranê ragehand, welatê wî amadeye alîkarîya Sûriyê bike jibo derxistina Emerîkayê ji wî welatî.
K24- Hewlêr
Şêwrmendê rêberê Îranê ragehand, welatê wî amadeye alîkarîya Sûriyê bike jibo derxistina Emerîkayê ji wî welatî.
Elî Ekber Wîlayetî, şêwermendê rêberê Îranê, di hevpeyvînekê de li gel kenaleka Rûsî ragehand, Emerîka nefta Sûriyê didze û ev karê Tiramb dijî îradeya gelê Sûrîyê ye.
Got jî: Ew bi hêvîne di demeka nêzîk de destihlata ne rewaya Emerîkayê li ser hejmareka ji navçeyên Sûrî nemîne û sînorek bo destwerdanên wê bihêt danan.
Tekez jî kir ew amadene û li gor şîyanên xwe alîkarîya Sûriyê bikin jibo derxistina Emerîkayê ji Sûriyê.