Sûriya ji rêkkevtina Rûsiya û Tirkiye derbarê Îdlibê bê hêvî bûye

Ev sla li bajarê Sûçî ya Rûsiyê, dû rêkkevtinên taybet bi devera Îdlib û rojhelata Firatê bo çarserkirina arîşeyan bi awayeke aştîyane di navbera Potin û Erdogan de hatin wajûkirin, lê heya niha hikumeta Sûriyê ji wan rêkkevtinan bê hêvî bûye û bi dîtina wan, ewan rêkkevtina şikest anîne.

K24- Mosko

Welîd Mûelim, wezîrê derve yê Sûriyê di dîdarekê de li gel mêdya Rûsiyê ragehand, rêkkevtina Sûçî di navbera Potin û Erdogan de şikest anîye; lew çaresr bo kontirolkirina axa welatê wî tenê bi rêya serbazî dibe.

Kenistentîn Kesaçêf, serokê komîte ya peywendîyên derve di Civata Fedralî ya Rûsiyê de tekez li ser vajî ya nerîna Mûelim dike û dibêje: Endamên Civata Fedralî ya Rûsiyê danûstandinan bi rê ya çareserîyê dibînin.

Hevdem Mîxayîl Cebarov, endamekê dî yê Cevata Fedral Rûsiyê dibêje:  Ji bilî mijûlbûnê bi nakokîyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, Mosko hewil dide arîşeyên  di navbera Kurd û Dîmeşqê de bi danûstandinan çareser bike.

Tevî dû rêkkevtinên wajûkirî di navbera Potin û Erdogan de, ku taybet in bi rewşa Îdlibê û rojhelata Firatê bi aramnca çareserkirina arîşeyan bi rê ya danûstandinan, lê niha hikmeta Sûriyê rijte li ser kontirolkirina tevaya axa xwe bi her nirx û rêyekê be.