Baregeheka Hizbûllah a Îraqî hat burdûman kirin

Baregeha serekî ya Ketîbe yên Hizbûllah a Îraqê li devera Qayîm a hevsinûrê Sûriy burdûman kir.

K24- Hewlêr

Baregeha serekî ya Ketîbe yên Hizbûllah a Îraqê li devera Qayîm a hevsinûrê Sûriy burdûman kir.

Çavkanîyeka ewlekarîya Îraqê belav kirîye, ew burdûman ji alîyê firokeyên Emerîkayê ve hatîye encamdan; lê ti çavkanîyên bê alî ev nûçe piştrast nekirîye û artêşa Emerîkayê jî ti zanîyarî ne ragehandîye.

Ewî çavkanî xuya jî kir, baregeha lîwa ya 45 a Heşda Şeibî li Qayîm hatîye burdûman kirin, ku baregeha serekî ya Ketîbe yên Hizbûllah a Îraqê bûye.

Zêdetir ji 48 demjimêre dengo ya wê yekê belav bûye ku rebge baregehên Heûda Şeibî bihên burdûman kirin. Bo evê mebestê jî, Heşda Şeibî hoşdarî dabû tevaya çekdarên xwe û hêzên xwe xistibûn di amadebaşîyê de.