Îsayîl: Burdûmankirina hevpeymanên Îranê ji alîyê Emerîkayê ve renge guhertinê li deverê durist bike

Fermandeyê hêzên asmanî yê Îsrayîlê, lîwa Emîkam Nurkîn, ragehand, ragehand hêrişên asmanîyên Emerîkayê bo ser girûpên ser bi Îranê li Sûriya û Îraqê renge guhertinên sitatîcî li deverê durist bikin.

K24- Hewlêr

Fermandeyê hêzên asmanî yê Îsrayîlê, lîwa Emîkam Nurkîn, ragehand, ragehand hêrişên asmanîyên Emerîkayê bo ser girûpên ser bi Îranê li Sûriya û Îraqê renge guhertinên sitatîcî li deverê durist bikin.

Nurkîn di dema beşdarîkirina xwe di kongireya pêşhatên sala 2020 de got jî: Ew hêrişên asmanî yên Emerîkayê, di nav wê de delîve yên rûdana guhertinan heye.

Herweha behsa burdûmanên asmanî yên Îsayîlê jî kir ewên li derve ya sinûrê xwe li deverê encam dayîne û tekez kir ku hêza asmanî ya Îsrayîlê kar dike li ser rêgirtinê ji veguhaztina barên wan çekîên hevsengî têk didin û wan sîstemên  mûşekî yên gefan li ser Îsrayîlê durist dikin.

Ev gotinên Nurkîn piştî wê yekê dihêt ku Emerîkayê hêrişên asmanî dijî baregehên Ketîbeyên Hibullah a Îraqê encam dan û bû sedema kuştin û biçndarbûna hejamreka mezin ji çekdarên wan girûpên ser bi Îranê.