Misir biryara Tirkiyê derbarê şandina serbazan bo Lîbyayê şermezar dike
Misir pejirandina biryara Parlamentoya Tirkiyê ya şandina serbazan bo Lîbyayê şermezar dike.
K24- Hewlêr
Misir pejirandina biryara Parlamentoya Tirkiyê ya şandina serbazan bo Lîbyayê şermezar dike.
Wezareta Derve ya Misrê di daxuyaniyekê de, pejirandina projebiryarê ya parlamentoya Tirkiyê ji bo şandina hêzên Tirkiyê bo Lîbyayê şermezar kir û got, ew biryar binpêkirinek ji biryarên Civata Asayişa Navdewletî û hemû peymanên navdewletî yên derbarê wî welatî de, û bi taybetî biryar a jimare 1970ê ya sala 2011an e, ku hevkariya leşkerî û şandina çekan ji bo Lîbyayê bê erêkirina komîteya Sizayan qedexe kiribû.
Wezareta Derve ya Misrê, hişyarî ji her destêwerdanek serbazî ya Tirkiyê di Lîbyayê de kir û tekez kir, ku dê bandora wê yekê liser aramiya navçeyê hebe û dê Tirkiyê berpirsiyariya wê hilgire.