Komkara Erebî dijînî ya xwe bo biryara Tirkiyê derbirî

Berpirsekê bala di Emîndarîya Giştî ya Komara Welatên Erebî ragehand, razîbûna perlemana Tirkiyê bo şandina hêzên serbazî bo Lîbya hewildane bo zêdetir alozkirina arêşeyan û berfirhekirina wan milmilanêyane ku li wê deverê hene.

K24- Hewlêr

Got jî: Komkara Welatên Erebî dijî her core destwerdaneka serbazîya bîyanî ye di kirîza Lîbya de.

 Zelal jî kir, Komkara Erebî piştîvanî ya çaresrî ya sîyasî dike bo kirîza Lîbya û nîgerane jî ji wê berfirehbûna metirsîdar ku di rewşa Lîbya de rûdidin.

Evro perlemana Tirkiyê di civîneke biliz de biryara şandina hêzên serbazî bo Lîbyayê pesind kir.

 Li gor wê biryarê, artêşa Tirkiyê dest vekirî dibe daku hêzê bişîne Lîbyayê.

Tirkiya piştîvanîyê li hikumeta Wîfaqa Nîştîmanî ya Terablusê dike ku ji alîyê civaka Nêvdewletî ve îtiraf pê re nehatîye kirin.

Di civîna perlemanê de, 325 perlemanataran deng bi (Belê) û 184 jî bi (nexêr) dan.

Li gor wê biryarê bo dema salekê artêşa Tirkiyê dikare livîna serbazî bi arasteya Lîbya bike.

Berê jî, perlemana Tirkiyê çend caran rê daye artêşa welatê xwe ku li derve ya sinûrên xwe bi taybetî Îraq û Sûriyê operasyonên serbazî encam bide.