Balyozê Tirkiye li Bexda: Hin xwepêşander, xwepêşandanên kêfxweşiyê lidar xistin
Ligor malpera Ahval a tirkî, Balyozê Tirkiye li Bexdayê Fatih Yildiz diyar kiriye, ku piştî agahdariya kuştina Qasim Silêmanî, hin grûpên xwepêşander li kolanan xwepêşandanên kêfxweşiyê lidar xistin

K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor malpera Ahval a tirkî, Balyozê Tirkiye li Bexdayê Fatih Yildiz diyar kiriye, ku piştî agahdariya kuştina Qasim Silêmanî, hin grûpên xwepêşander li kolanan xwepêşandanên kêfxweşiyê lidar xistin.
Heta niha ji alî hukimeta Tirkiye tu daxuyanî girêdayî rûdan a kuştina Qasim Silêmanî nehatiye belavkirin, lê Serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyekê de, bal kişand ser metirsiya berferehbûn a şer û aloziyan li Rojhilata Navîn.
Ji alî xwe ve, hukimeta Iraqê û herweha Elî Sistanî merceê Şîeyan li Iraqê, êrîşa Amerika ya kuştina Qasim Silêmanî şermezar kirin û wekî destwerdanek binav kirin.
C.B